Burhan Sansarlıoğlu
28 Gulan 2026•Rojanekirin: 28 Gulan 2026
Onsa zêr ji sedî 1,8 kêm bû û bi 4 hezar û 376 dolarî kar dibîne.
Êrîşên nû yên DYAyê yên li dijî Îranê bihayên petrolê bilind kirine û fikarên enflasyonê li DYAyê zêde kirine. Fikarên zêde yên enflasyonê û nezelaliya ji ber wê di derbarê siyaseta rêjeya faîzê de, zextê li ser bihayên metalên hêja, bi taybetî zêr, kiriye.
Li Tirkiyeyê, piştî ku rojê bi daketinekê dest pê kir, grama zêr bi 6 hezar û 457 Lîreyî bazarê dibîne.
Zêrê çaryek bi 10 hezar û 680 Lîreyî û zêrê komarê jî bi 42 hezar û 540 Lîreyî tê firotin.