Muhammet Kurşun
16 Gulan 2017•Rojanekirin: 17 Gulan 2017
MOSKOVA
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, diyar kir ku piştî tecrubeya şer a li Sûriyê û hewcehiya bihêzkirina sînorê rojava û herêma Arktîk, divê artêşa ji nû ve were çekdarkirin.
Pûtîn, li bajarê Soçiyê digel berpirsên Wezareta Berevaniyê û pîşesaziya parastinê civînek kir.
Pûtîn di axaftina xwe ya li vir de anî ziman ku par 5 hezar û 600 çekên nû û 3 hezar wasiteyên nûkirî teslîmî artêşa Rûsyayê hatine kirin.
Serokê Rûsyayê bal kişand ser wê yekê ku siparişên di warê pîşesaziya parastinê de sedî 97 hatine temamkirin û rêjeya çekên nûjenkirî yên artêşê derketiye sedî 58an. Pûtîn xwest ev rêje sala 2017an derkeve 62an.
Pûtîn wiha axivî: "Piştî tecrubeya şer a li Sûriyê û hewcehiya bihêzkirina sînorê rojava û herêma Arktîk, divê artêşa ji nû ve were çekdarkirin. Divê em helwesta xwe ya di vî warî de ji nû ve di ber çav re derbas bikin."