Deniz Çiçek Palabıyık
03 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2022
Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di îlonê da mehane ji sedî 3,08, Endeksa Bihayê Hilberînerê Navxweyî (YÎ-UFE) ji sedî 4,78 zêde bû. Di bihayên xerîdaran da enflasyona salane bû ji sedî 83,45, di bihayên hilberînerên navxweyî da bû ji sedî 151,5.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), ji meha îlonê pê va dema ku meriv bala xwe dide nîvendiya 12 mehan, bihayê xerîdaran ji sedî 59,91, bihayê hilberînerê navxweyî ji sedî 114,02 zêde bû.
TUFEya mehane ji sedî 3,08, YÎ-UFE ji sedî 4,78 zêde bû.
TUFE di îlonê da li gor berfanbara par ji sedî 52,4, li gor heman meha par ji sedî 83,45 zêde bû.
YÎ-UFE jî li gor berfanbara 2021ê ji sedî 82,45, li gor îlona par ji sedî 151,5 zêde bû.