Haydar Şahin
08 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2019
Wezareta Darayiyê ya Rûsyayê diyar kir ku bi Tirkiyeyê ra peyman îmze kirin ku bi pereyên neteweyî bazirganiyê bikin.
Di daxuyaniya Wezareta Darayiyê ya Rûsyayê da hat destnîşankirin ku di 4ê cotmehê da peyman îmze kirin ku di bazirganiya navbera Tirkiye û Rûsyayê da pereyên neteweyê bi kar bînin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak û Alîkarê Serokwezîrê Rûsyayê û Wezîrê Darayiyê Anton Siluanov peyman îmze kirin û ew ê di bazirganiya navbera herdu welatan da bi qedeme rubleyê Rûsyayê û lireyî Tirkiyeyê bi kar bînin û vê zêde bikin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ew ê binesaziya piyaseya malî li gor vê amade bikin, di nav saziyên bazirganiyê da pereyên neteweyî yên herdu welatan jî ew ê eleqeyê bibînin.
Wekî mayîn di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku bi saya peymanê, bankeyên Tirkiyeyê ew ê bi SPFSya (Sîstema Peymandayîna Malî) Rûsyayê ya alternatîfê SWIFTê werin têkildarkirin, li Tirkiyeyê bikaranîna MIRa karta Rûsyayê were zêdekirin.
Dîsa di daxuyaniyê da hat ragihandin Rûsya û Tirkiye pîlan dikin ku sîstema ragihandina peyamên malî ya neteweyî ji bo welatên din ra jî vekin û wiha hat gotin: "Ji bo asta lîkîdîteya pereyên neteweyî yê herdu welatan zêde bikin li bazarên neteweyî yên Rûsya û Tiriyeyê ew ê amûrên îxrackirina senetên deyndarbûnê pêş bixin. Îmzekirina peymanê ji bo pêşxistin û berfirehkirina hevkariya aborî û bazirganiyê ya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê da gaveke kêrhatî ya girîng e.