Gökhan Yılmaz
24 Îlon 2026•Rojanekirin: 25 Îlon 2026
Rêhewayên Tirkan (THY) ragihand ku seferên bo bajarê Silêmeniyê ya ku ji ber rageşiya li sehaya asîmanî ya herêmê navber dabûnê dê di 1ê cotmehê da ji nû va dest pê bikin.
Di daxuyaniya ji ser malpera THYê da hat gotin ku "Em wekî rêhewaya ku difire herî zêde welatan seferên xwe yên Silêmaniyê dîsa berdewam dikin. Seyahata xwe ji niha va plan bikin, ji 1ê cotmehê pê va di firînên xwe yên ber bi Silêmaniyê da rehetiya THYê ya bêhempa biceribînin."