Haydar Şahin
10 Gulan 2017•Rojanekirin: 10 Gulan 2017
DARUSSELAM
Serokê Navenda Veberhênanê yê Tanzanyayê (TIC) Clîfford Tandarî got veberhênerên ji Tirkiyeyê bi veberhênana ku li Tanzanyayê bikin va ew ê him li parzemînê him jî li welatên cuda kareke mezin bikin.
Tandariyê serokê navenda ku di bin banê Wezareta Endustrî û Bazirganiyê da xizmeta şewirmendiyê dide veberhênerên biyanî û xwemalî der barê îmkanên veberhnanê yên li welêt da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Tandarî got Tanzanyaya ku serjimara wê ji 50 milyonî derbas dibe ya endamê Civata Afrîkaya Rojhilatê ji bo xwegihadina welatên din pireyeke zehf girîng e.
Tandarî diyar kir ku firsendên sereke yên veberhênana li welêt çandinî û endustrî ne û got, "Tanzanya parçeyekî Herêma Bazirganiya Serbest a Afrîkayê ye û ev herêma jî ji Qahireyê hetanî Cape Townê ji 26 welatan pêk tê. Ev jî ji bo veberhênerên ji Tirkiyeyê firsendeke mezin e ku li Tanzanyayê bazirganiyê bikin."
Tandarî wiha got: "Li Tanzanyayê ji xêncî endustriyê di perwerde, çandinî û çavkaniyên av û kanan da jî firsendên mezin hene."
Tandarî di daxuyaniya xwe da malên Tirkiyeyê jî nirxand û wiha axivî: "Hemû malên Tirkiyeyê zehf biqelîte ne. Gelê Tanzanyayê malên ku ji Tirkiyeyê tên ewledar dibînin. Wek mayîn Tirkiye di navbera Asya û Ewropayê da ye û ji ber vê jî dikare ji gelek herêman veberhêneran bîne welatê me."
- Ziyareta Erdogan bû mîlad
Tandarî destnîşan kir ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di meha rêbendanê da Tanzanya ziyaret kir û ev jî ji bo têkiliyên aboriyê yên di navbera herdu welatan da bû mîladeke teze, foruma kar a ku di dema ziyaretê da hat kirin jî ji bo veberhêneran bû firsendeke baş ku derfetên li welêt hîn bûn.
Navenda Veberhînanê ya Tanzanyayê di sala 1997an da ji bo kordînekirina veberhênan li welêt hat avakirin. Navend alîkariyê sitandina destûr û rayeya kar dide veberhênerên biyanî yên ku 500 hezar dolar sermayeya wan hene û veberhênerên xwemalî yên ku 100 hezar dolar sermayeya wan hene.