Hümeyra Ayaz
15 Gulan 2026•Rojanekirin: 15 Gulan 2026
Uçarmak di çarçoveya ForumKazanê ya Rûsya-Cîhana Îslamî da ku Ajansa Anadoluyê (AA) şirîkê ragihandinê ya gerdûnî ye, ji nûçegihanê Ajansa Anadoluyê ra axivî û diyar kir ku Tirkiye hewl dide ku her sal beşdariyeke xurt ya karsaziyê di forumê da peyda bike.
Uçarmak diyar kir ku Tataristan ji bo şîrketên Tirk herêmeke pêbawer e û got ku beşeke girîng ya bazirganiya Tirkiyeyê bi Rûsyayê ra bi rêya vê herêmê pêk tê û veberhênanên hevbeş û çalakiyên hilberînê zêde dibin.

Sezaî Uçarmak diyar kir ku KazanForum di warê pêşxistina têkiliyên aborî yên di navbera Rûsya û cîhana Îslamî da "rêxistineke hêja û mayînde" ye.
Uçarmak bi bîr xist ku armanca 100 milyar dolarî ya bazirganiya ku ji hêla Serokomar Recep Tayyip Erdogan va hatiye danîn, heye û destnîşan kir ku potansiyela gihîştina vê armancê heye.
