Nihat Kavşut
03 Mijdar 2017•Rojanekirin: 04 Mijdar 2017
ANTALYA
Oleg Safonovê Serokê Ajansa Tûrîzmê ya Federal ya Rûsyayê destnîşan kir tûrîstên Rûsyayê herî zêde Tirkiyeyê tercih dikin û wiha got: "Ji bona betlaneyê diçin Yewnanistan, Îspanya û Tayland jî lê herî zêde Tirkiyeyê tercih dikin. Lewra li Tirkiyeyê biha û kalîte baş e."
Safonov daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ji bona di navbera Rûsya û Tirkiyeyê da tûrîst zêdetir biçin û bên wê di warê vîzeyê da derfet û îmkanên baş çêkin.
Oleg Safonov diyar kir gelek caran bi nûnerên sektorê yên ji Tirkiyeyê ra tên bal hev û wiha got: "Her çiqas sala 2017an şirketeke rêhewayê top avêtibe û hin zor û zehmetî hebin jî hejmara tûrîstên ji Rûsyayê diçin Tirkiyeyê di asteke baş da ye."
Safonov diyar kir di 2 mehên dawîn yên salê da jî tûrîst diçin Tirkiyeyê û got wê di sala 2018an da jî hejmara tûrîstan zêde bibe.
Safanov destnîşan kir tûrîstên Rûsyayê herî zêde Tirkiyeyê tercih dikin û wiha got: "Ji bona betlaneyê diçin Yewnanistan, Îspanya û Tayland jî lê herî zêde Tirkiyeyê tercih dikin. Lewra li Tirkiyeyê biha û kalîte baş e."