Haydar Şahin
02 Hezîran 2018•Rojanekirin: 03 Hezîran 2018
MARDÎN
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak got, "Pêşketin û guherîna li rojhilatê ew ê ji ya rojavayê paşda nemîne. Hûnê piştî hilbijartina 24ê hezîranê bibînin ku veberhênanên li herêmê çiqasî zêde dibin."
Wezîr Albayrak li Mêrdînê di fitarê da bi nûnerên saziya civaka sivîl û karsazên bajêr ra hat ba hev û di axaftina li bernameyê da got ku siyasetmedar ji bo gel xizmetê dikin.
Albayrak got wezîfeya siyasetmedaran ew e ku rê, pire, xwendingeh, balafirgehan ava bikin, ji bo gel xizmetan bikin, dahatê û aboriyê mezin bikin û wiha pê da çû: "Lêbelê hûn carê mêze dikin ku îmkanên dewletê ji bo xizmeta gel bi kar naynin, gelo pereyan ji ku derê ra dişînin? Kanê li ku derê ye xizmet? Kepçeyên ji bo çêkirina kanalîzasyon, xeta avê û parkan hatin dayîn di siyaseta hendekan da bi kar anîn."
Albayrak diyar kir ku kesên ku pişta xwe kutan siyaseta hendekan û çalakiyên terorê gel avêtin nav agir.
Wezîr Albayrak got dema Mêrdîn pêş bikeve Tirkiyeyê jî pêş bikeve, dema li Mêrdînê tûrîzm pêş dikeve, aborî mezin dibe ew ê li Tirkiyeyê jî aborî mezin bibe û wiha axivî: "Ev 15 sal in Serokomar Recep Tayyîp Erdogan negot Tirk, Kurd, Laz, Çerkes, Ereb 81 milyon welatiyê Tirkiyeyê hembêz kir û ji wan ra bû lîder. Li vî welatî polîtîkayên red, înkar û asîmîlasyonê hatin meşandin. Erdogan hemû ji holê rakirin."
Albayrak destnîşan kir ku Serokomar Erdogan li Enqereyê çi dibêje heman tiştî li Mêrdînê jî dibêje, ji bo wî Stenbol çibe Diyarbekir heman tişt e, lêbelê hin siyasetmedar li Enqereyê tiştekî dibêjin li Mêrdîn, Diyarbekir, Edirneyê tiştekî din dibêjin û wiha pê da çû: "Hûn jî dizanin ku çend caran xebitîn pêvajoyê sabote bikin lêbelê Erdogan dev jê berneda. Lewra pêbaweriya wî bi gelê herêmê heye. Ji bo ku malbat bi hev ra bisekinin û belav nebin, dê û zarok bigihêjin hevdu her tim li ser soza xwe sekinî. Got 'Li rojavayê çi hebe ew ê li rojhilatê jî hebe'."
Albayrak got, "Pêşketin û guherîna li rojhilatê ew ê ji ya rojavayê paşda nemîne. Hûnê piştî hilbijartina 24ê hezîranê bibînin ku veberhênanên li herêmê çiqasî zêde dibin. Li Nisêbînê guherîneke mezin heye. Ji bo veberhêner werin herêmê em teşwîqan didin. "