Nihat Kavşut
01 Tebax 2018•Rojanekirin: 01 Tebax 2018
ANKARA
Îxracata di 12 mehên dawîn da ji 163 milyar dolarî derbas bû û rekoreke din bi dest xist.
Daneyên demkî yên îxracata di meha Tîrmehê da li Wezareta Ticaretê bi beşdariya Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcanê û Serokê Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê Îsmaîl Gulle hatin eşkerekirin.
Hat diyarkirin îxracata di meha Tîrmehê da li gor heman meha sala par ji sedî 11,8 zêde bû û gihîşt 14,1 milyar dolarî û ev rêje di nav hemû mehên Tîrmehê da reqama herî zêde ye.
Hat destnîşankirin meha Tîrmehê da îtxalat ji sedî 6,4 kêm bû û daket 20,1 milyar dolarî û rêjeya îxracatê ya kêmasiya îtxalatê temam dike ji sedî 58,7an derket ji sedî 70,1ê.
Li gor daneyan îxracata di 12 mehên dawîn da ji 163 milyar dolarî derbas bû û rekoreke din bi dest xist.