05 Sibat 2016•Rojanekirin: 05 Sibat 2016
HEWLÊR
Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku di meha rêbendanê da ji ser Tirkiyeyê ra qederê 18 milyon warêlî neft şandine Bendergeha Ceyhanê.
Di rapora Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya meha rêbendanê da hat desntîşankirin ku ji bîrên ji Herêma Kurdistanê 14 milyon û ji bîrên Kerkûkê jî 4 milyon warêl neft hatiye îxrackirin.
Di raporê da hat diyarkirin ku Herêma Kurdistanê ji ser xeta boriyê ya neftê rojane 600 warêl neft îxrac dike.
Wezareta Çavkaniyên Sirûştî di rapora meha kanûnê da diyar kiribû 18 milyon warêl neft hatiye îxrackirin. Li gor vê raporê ji bîrên li Kerkûkê 5 milyon û ji bîrên Herêma Kurdistanê 13 milyon warêl hatiye îxrackirin.