Lijneya Rêvebiriyê ya Navend a CHPyê bi serokatiya Serokê Giştî Kemal Kiliçdaroglu civiya.
Berdevkê Partiyê û Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Haluk Koç dema ku civînê dewam dikir, pirsên rojnamevanan bersivand û daxuyanî da.
Koç daxuyand ku Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu banga "kurultaya deresayî" kiriye û li ser vê jî kurultaya deresayî ya CHPyê dê 5-6 îlonê de li Enqereyê li ATO Congresîumê bê lidarxistin.
Koç got bila kurultay li ser xêrê be.