Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz li Bayburtê beşdarî lijneya giştî ya navçeya navend bû û li vir axivî. Yilmaz wiha got: "Partiyeke ku li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê tunebe, tu wextî nikare bibe talibê îqtidara Tirkiyeyê"
Yilmaz diyar kir ku derdekî CHP û MHPê tuneye ku bibin îqtidar û got ku derdê wan tenê parastina dengên ku hildane ye.
Yilmaz got: "Xwezî CHP û MHPê jî bi qasî AK Partiyê ji Başûrê Rojhilatê rey bistanda" û wiha dewam kir:
"Di hilbijartina herêmî ya herî dawiyê de li Mêrdînê ji 100î yek jî rey neda CHP û MHPê. Bi te bawer nîne. Nabêje ku 'Tu yê mafê min biparêzî'. Li Vanê kesekî rey nedaye te, li Batmanê dîsa reyekî te tuneye. Li Sêrtê dîsa wisa. AK Partî tenê xurt e, yên din hemî lawaz in. Van li gor qafê xwe Tirkiye parvekir. Ew li wan deveran (rojhilat û başûrê rojhilat) tunene. Ne dikarin mitîngekê bikin ne jî teşkîlatên wan li wir hene. Xwezî reyên me biketana, wan ji me zêdetir li wan derana rey hilda. AK Partî tenê li wê derê têdikoşe."