14 Mijdar 2020•Rojanekirin: 15 Mijdar 2020
Endamê PKK/PYD/YPGya rêxistina terorê ku wisa tê texmînkirin êrîşa di 10ê Mijdarê da li bajarê El Baba ser herêma Mertalê Feratê ya Sûriyeyê ye li dar xistibû, hat qefaltin.
Walîtiya Gazîentabê daxuyanî da û ragihand ji bo hêzên ewlehiyê yên li bajarê El Babê di bin kordînetiya Walîtiyê da xizmeta şêwirmendiyê tê dayîn.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Li El Babê di 10ê Mijdarê da saet dora 23.50yî da li texma Mizgefta Omer teqînek qewimî û kiryarê êrîşê Rahmu El Hiseynê endamê PKK/PYD/YPGya rêxistina terorê bû, bi operasyona di 13.11.2020î da di saet 18.00an da hat qefaltin. Bi şaxên hêzên ewlehiyê yên eleqedar ên herêmî ra kordînasyona hewce dikir hat danîn û der barê bûyerê da jî lêkolînê dest pê kir."