Alîkarê Serokwezîr Alî Babacan destnîşan kir ku Anadolu Agency (AA) bi xizmeta ku dide; ne tenê li Tirkiyeyê, li herêmê û li erdnîgariyeke berfireh misyoneke mezin pêk tîne
Babacan ji bo salvegera 95emîn a damezirandina AAyê peyam weşand û di peyama xwe de destnîşan kir ku AA ji destpêkê heta niha rêgezên çapemeniyê yên nûçegihaniya "pêbawer, bêalî, etîk û lezgîn" bi cî tîne û wiha got: "AA bi xizmeta ku dide ne tenê li Tirkiyeyê, li herêmê û li erdnîgariyeke berfireh misyoneke mezin pêk tîne. Ji ber vê jî AA di nav ajansên herî mezin ê dinyayê de ye. Bi vê wesîleyê ji ber xizmetên AAyê sipasiya AAyê û xebatkarên wê dikim."