HEWLÊR
Ji sala 2011an vir ve nûkirina Bazara Qeyseriyê ya li Hewlêrê dewam dike. Hindik ma ku xebatên nûkirinê biqedin. Piştî ku bazar hat vekirin bi vî halê xwe yê nû ve bazar dê bala gelek mirovan bikşîne û tê hêvîkirin ku tûrîst bên ziyareta vê bazarê.
Bazara Qeyseriyê bazara herî mezin û rengîn ya Hewlêrê ye û bi sed salan e li vir zêr, tiştên diyariyê, nebatên bişifa, xwarinên ji gundan tên, qehwe, dims, hingiv, cil û bergên herêmî û gelek amûrên din tên firotan. Lê bi salan e guh li vî bazarê nehatiye dayîn û her çiqas 600 firoşgehên bazarê hebin jî, dîwarên gelekan ji ber baranê qelişîne.
Walîtiya Hewlêrê ji bo ku bazarê nû bike 2 sal berê xebat da destpêkirin û ji sedî 70 bazar hat nûkirin. Alîkarê Waliyê Hewlêrê Tahir Evdilah ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku di dawiya salê de xebatên wan ên nûkirinê dê biqedin.
- Di dema Saddam Huseyîn de xirabe bû
Evdilah destnîşan kir ku bazar di dema Saddam Huseyîn de xirabe bû û wiha axivî:
"Ji bo ku em bazarê biparêzin me xebat dan destpêkirin û qelîştokên dîwaran çêkir. Ji ber ava baranê di bazarê de bêhna pîs dihat. Me sîstema kanalîzasyonê bi awayekî modern çêkir. Çi ji destê me tê em dikin. Em ji esnafan û gel re dibêjin ku bila du mehan jî sebir bikin."
Esnaf Mihemed Aydin jî daxuyand ku ji ber nûkirinê demekî kar û firotin nekirine û wiha got: "Lê me ev nekire pirsgirêk. Lewra me dixwest ku bila bazar li gor eslê xwe bê nûkirin. Piştî nûkirinê bi ya min firotanên me dê du qatan zêde bibin."
Ji fermandarên tirk Siltan Mizafer Gokburuyê leşkerê Selahaddîn Eyyûbî di sala 1232an de Bazara Qeyseriyê da çêkirin. Di nav salan de bazarê zirar dît û hin cihên wê hilweşiyan. Di 1850an de hosteyên sûrî bazar nû kirin. Li gor çavkaniyên dîrokî karwanên ji Çîn, Efganistan û Pakistanê dihatin li vir diêwirîn û malên xwe lê difrotin.