Xwendekarên Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Marmarayê vîdeoyên ku bi 16 zimanan amade kirin ve “xweşbîniya dînê” Îslamê vegotin.
Piştî bûyerên li dijî Îslamiyetê yên ku li Ewropayê qewimîn û êrîşa li ser kovara mîzahê ya Charlie Hebdo ya Fransayê, Îslamofobiyê bêtir rû da. Tevî hin xwendekarên ji welatên din 30 xwendekarên Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Marmarayê projeyek dan destpêkirin. Armanc ew e ku bi vê projeyê nîşan bidin ku dînê Îslamê dînê xweşbîniyê ye.
Di çarçoveya projeyê de, xwendekarên ku di betlaneya nîvê salê de çûn welatên xwe, li wir vîdeo amade kirin û di vîdeoyan de cih dan hedîs û ayetên Qur'ana Pîroz. Dîmena ku di nava mehekê de hat amadekirin niha li ser medyaya civakî tê parvekirin.
Xwendekarê Fakulteya Îlahiyatê yê pola 3yemîn Mesût Arslanê ku serkêşiya projeyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku fikra projeyê dema ku digel du hevalên xwe sohbet dikir, derket holê.
Arslan wiha axivî: “Em li Uskudarê li mekanekî rûniştibûn. Me got gelo em dikarin çi bikin? Wê demê li Swêdê mizgeftek hatibû şewitandin. Piştre êrîşa li ser Charlie Hebdoyê pêk hat. Jixwe li Almanyayê jî bûyerên bi vî şiklî çêdibûn. Hevalekî got ‘dîmen’ û hevalekî jî got ‘hedîs'. Piştre me biryar da ku em dîmeneke ku tê de hedîs hene, amade bikin.”
Arslan got ku ew wisa fikirîn heke dîmen tene bi tirkî û îngilizî bihata amadekirin dê têrê nekira û wiha dewam kir: "Em fikirîn me got gelo em dikarin çend zimanên biyanî bi kar bînin? Di dawiyê de jî hejmara zimanan derket 16an."
Arslan got ku wan vîdeo tevî zimanê frensî, almanî, îngilizî, îtalyanî, îspanyolî, norwecî û îbranîkî bi 16 zimanan amade kirin û wiha domand: "Di betlaneya nîvê salê de xwendekar çûn welatê xwe û li wir bi zimanê xwe ev dîmen kişandin."
Xwendekar Suheyla Oruça ku di nava xebatên projeye de cih girt got ku li Rojava Îslamiyet bi awayekî rast nayê nîşandan û wiha axivî: “Mirov nizanin ka Îslamiyet çi ye. Nizanin ku Cenabê Pêxemberê me kî ye û em çawa dijîn. Bo mînak li gor baweriya wan jin di bin zordestiyê de dijîn. Ji ber vê yekê me xwast ku em projeyeke wiha amade bikin. Me xwast ku em di vê mijarê de tiştekî bikin. Dengê me bigihêje mirovan û me bibihîzin da ku hin tişt biguherin.”
Ji xwendekaran Mesût Arslan axivî û got ku zêdetirî mehekê li ser projeye xebitîn û kesên derûdora wan bertekên erênî nîşan dan û ew hêviya eleqeyeke zêdetir dikin û wiha dewam kir: “Helwesta mamosteyên me erênî bû. Li ser medyaya civakî hin kesan ev dîmen parve kirin û hin kesan jî ev eciband. Em bawer in ku di rojên pêş me de ev dîmen dê deng vede.”
Di dîmenê de tê nîşandan ku Îslam "aştiyê" wekî nirxekî sereke derdixe pêş. Di vîdeoyê de tê diyarkirin ku ji 114 sûretên Qur’anê jê 113 sûret bi, navê "Xwedayê Rehman û Rehîm" dest pê dikin û ev jî nîşaneya merhemet û dilovaniyê ye.
Hedîsên Hezretî Pêxember ên wekî “Kesên ku li kesî neyên rehmê, Xwedê jî li wan nayê rehmê”, “Misilmanê herî baş ew misilman e ku mirov him ji zimanê wî û him jî ji deste wî bawer e”, “Ezayeke însanan heye ku heke ew pak be hemû beden pak e û heke ew xirab bibe hemû bedena însan pê re xirab dibe. Baldar bin! Ew jî dil e”, bi zimanên cuda tên xwendin.