Sayim Harmancı
25 Hezîran 2022•Rojanekirin: 26 Hezîran 2022
Midûriyeta Giştî ya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wezareta Çand û Turîzmê çand û kevneşopiya bajarê Hekariya ku ji gelek şaristaniyan ra mazûvanî kiriye û bi merş û xwarinên xwe derdikeve pêş, berhev û qeyd dike.
Midûriyeta Giştî ya Lêkolîn û Perwerdehiyê ji bo çand û kevneşopiyên bajarê Hekariyê ku bi salan e li ser xwe dihewîne bi armanca bigihêje nifşên nû dest bi xebatê kir.
Di vê çarçoveyê da ekîba ji 6 kesî pêk tê li navenda bajêr, navçe û gundên bajêr geriyan û der heqê lîstikên zarokan, hunerên dest ên kevneşopî, xwarin û xurekên bajêr û wêjeya gelerî ya bajêr da lêkolîn kirin.

Di vê çarçoveyê da ekîp gund bi gund geriyan, bi qîz û jinên merşan çêdikin û kal û pîran ra hatin bal hev, agahiyên ji wan berhev kirin jî li Navenda Belge û Agahiya Çanda Gel wê qeyd bikin.
Daneyên der heqê bajêr da agahiyên girîng di nav xwe da dihewînin di pêşerojê da dema hewcedarî çêbibe wên bên bikaranîn.
- "Ji bo agahî bigihêjin ber destê nifşên nû ev xebat girîng e"
Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr Îdrîs Agacanoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wekî li seranserê Tirkiyeyê li Hekariyê jî ji bo berhevkirina agahiyên der heqê çand û kevneşopiya bajêr da xebat tên kirin.
Agacanoglu destnîşan kir ku bajar bi dewlemendiya çand û kevneşopiya xwe derdikeve pêş û gel hê jî ji bo parastina çanda xwe hewl dide û wiha domand: "Midûriyeta Giştî ya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wezareta Çand û Turîzmê di vê qadê da dest bi xebatekê kir. Ekîbeke pispor di vê qadê da hat wezîfedarkirin û ji lîstikên zarokan bigir heta mitbex û wêjeya gelerî li ser gelek mijaran xebitîn û gund bi gund geriyan û agahî berhev kirin."