Ahmet Esad Şani
12 Gulan 2026•Rojanekirin: 12 Gulan 2026
Dahênerê Îranî Mecîd Mecîdî destnîşan kir ku li cîhana îroyin, ji ser çîrokan va têkoşanek heye û bûyerên di salên dawîn da nîşan didin ka ew kesên ku bûyeran vedibêjin û şekil didin çiqas bi bandor bûne.
Bi mazûvaniya Enstîtuya Sosyal digel Weqfa Perwerde û Çandê ya NUNê Korbenda Dekolonîzasyona Cîhanê ku Ajansa Anadoluyê (AA) Hevparê wê yê Ragihandina Global e û tê da sedemên bingehîn ên qeyranên cîhanî û mîrata dîrokî ya kolonyalîzmê hatin nîqaşkirin.
Di rûnişta taybet a bi sernavê "Cinema and Decolonization" (Sinema û Dekolonîzasyon) ku derhêner û senaryonivîs Faysal Soysal moderatoriya wê kir, îmkanên sînemayê li dijî kolonyalîzmê û sînemaya Mecîdî hat nîqaşkirin.
Mecîdî bal kişand ser wê yekê ku ji destpêka şerê DYA/Îsraîl-Îranê vir va piraniya yên ku canê xwe ji dest dane, jin û zarokên bêguneh in û 165 xwendekarên keç ên ku li Mînabê bûne qurbanî weke nimûneya vê nîşan da.
- "Çîrokbêjiya xwe şêweyê didin cîhanê"
Mecîdî destnîşan kir ku di cîhana îroyîn da, şer ne tenê bi çekan, lê di heman demê da bi vegotin û têgihîştinan jî têne meşandin û wiha pê da çû:
"Heta niha, me hewl dida ku bi rêya vegotinan diyar bikin ka kî rast e û kî şaş e. Ji ber ku çîroknivîs medyaya Rojavayî bû, me ji çavkanî û medyayê xwend û dît ku gelê Filistînî û Îranî terorîst, êrîşkar û hov bûn. Lê di çend salên dawî da ji me ra îsbat bû ku kujerên rastîn ew çîroknivîs in. Vê nîşanî me da ku terorîstên rastîn ne gelê Filistînî yan Îranî ne, lê ew in ku hem êrîşî Îran û hem jî êrîşî Xezeyê, Filistînê dikin. Dema me weke niha dema şerê vegotinan e, dema me ew dem e ku kê çîrok nivîsî be, her wiha dîsa ew wê çîrokê pêşkêşî aliyê din dike."
Di nav kesên ku bername temaşe kirin da beşdarên xwecihî û navneteweyî jî hebûn, di nav wan da Seroka Lijneya Rêvebir a Weqfa Perwerde û Çandê ya NUNê Esra Albayrak û rojnamevan-nivîskar Sadik Albayrak jî hebûn.