Haydar Şahin
11 Nîsan 2018•Rojanekirin: 12 Nîsan 2018
SAKARYA
Betul Saraya 22 salî ya ku li Adapazariya navçeya Sakaryayê dijî di piçûktiya xwe da dixwest ku pirtûkekê binivîse û ev xeyala xwe jî di rojnivîska xwe da nivîsî. Saray nika ji bo ku pirtûka xwe ya teze derxe piyaseyê amadehiyan dike.
Sarayê di dibistana seretayî da helbest, çîrok û kompozisyon dinivîsî û di demeke kin da bala mamosteya xwe kişand. Mamosteyê jê ra got ku di rêya xwe dewam bike û dev ji nivîsandinê bernede. Li ser vê Sarayê giraniya xwe da ser nivîsandina çîrokan. Saray bibû xwendekara pola 9an û ji diya xwe ra qala xeyala xwe ya nivîsandina romanê kir û bi piştgiriya diya xwe va pirtûka xwe ya bi navê "Parêzkar (Koruyucu) da çapkirin.
Sarayê di demeke kin da pirtûkên xwe yên bi navê "Hevalrêyê Sisêyan" û "Anaxtar"ê yên dewama rêzê jî da çapkirin û gihîşt mirazê xwe yê zaroktiyê.
Nivîskara xama ji xwendevanan eleqeyeke mezin dît û nika ji bo çarpkirina romanên xwe yên çar û pêncan li benda piştgiriyê ye.
Betul Sarayê beşa Şêwirmendiya Psîkolojîk û Rêberiyê ya Zanîngeha Sakaryayê qedand. Sarayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di piçûktiya xwe da ji pirtûkan hez dikir û fikra nivîskariyê jî Murvet Ceylana mamosteya wê xiste hişê wê.
Sarayê got dema gihîşt pola 9an her tim pirtûkên fantastîk û macerayê dixwend û fîlm temaşa dikir û wiha axivî: "Min her pirtûkek di sal û nîvekî da temam kir. Hetanî nika 3 pirtûkên min hatin çapkirin. Hersê pirtûkê ji heman rêzê ne. Sêbareya fantastîk macera."
Sarayê destnîşan kir ku pirtûkeke wê ya bi navê "Mor" a psîkolojîk jî heye û nika romana xwe ya 5an dinivîse.
Sarayê diyar kir ku xebatên wê zehf baş dewam dikin û wiha pê da çû: "Rexneyên baş hatin. Şîroveyên ji texmîna min baştir gihîştin min. Dibêjin 'Pirtûka din ew ê kînga were çapkirin? Em zehf mereq dikin, pirtûk herikbar bû.' Di peyameke ku ji min ra şandin da wiha dihat gotin, 'Ez dixebitim, di dema xebatê da dixwînim. Di rûyê te da min li mişterî mêze nekir, ew ê min gilî bikin.' Ev ji bo min bû çavkaniya motîvasyonê."