Müslüm Etgü
13 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2022
Welatiyên ku tatîla eydê ji xwe re weke derfetê dîtin, berê xwe dan Girê Mirazan a di Lîsteya Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê de.
Girê Mirazan a kuji roja keşif bûye heta nuha geştiyar eleqeyeke mezin nîşanî wê didin, her sal bi berdewamî bi hezaran geştiyarên xwemalî û biyanî diezimîne.
Geştiyaran tatîla Eyda Qurbanê jî xwe re weke derfet dîtin û berê xwe dan Girê Mirazan.

Harun Ozturkê ku ji Giresunê hatiye ji nûçegihanê AAyê re anî ziman ku pêştir jî serdana Şanliurfayê kiribû lêbelê cara yekê ye ku rê Girê Mirazan.
Ozturk got, "Pêdivê nirxên me yên bivî rengî bi hemî cîhanê bên nasandin. Ez dîtina vêderê pêşniyarî her kesî dikim."
Yavuz Akkaya jî tekezî li wê yekê kir ku Girê Mirazan cihekî pir xweş e û zêde di bin bandora wê de maye.