Fatih Gazioğlu
27 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2018
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê Dêra Germûşê ya ku 10 kîlomêtre ji navenda bajêr dûr e û li taxa Dagetegiyê ye wê were restorekirin.
Projeya restorekirina dêrê ya ku Qaymeqamtiya Xelîliyê bi navê "Dîroka Veşartî ya Germûşê" amade kiribû ji aliyê Ajansa Pêşketinê ya Karacadagê va hat tesdîqkirin.
Qaymeqamê Xelîliyê Alî Yilmaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ê di demeke kin da Dêra Germûşê ji bo turîstan vekin.
Yilmaz wiha axivî: "Ji bo çêkirina derûdorên dêrê xebatên me didomin. Bi saya vê projeyê emê karên temîrê bikin û li derûdorê dêrê em ê lembeyan biçikînin. Kesên ku di vê projeyê da arîkarî dan me em spasiya wan dikin."
Serokê Odeya Rêberên Turîstan yên Herêmê Muslum Çoban jî got ku dêr ji dema Ermeniyan maye. Çoban got ku derûdorên dêrê gelek xaniyên dîrokî jî hene û divê ev jî werin restorekirin. Çoban wiha dewam kir:
"Mixabin ev çend sal e tu temîrkirin nehatibûn kirin. Ev proje gelekî baş bû. Ev dêr ji bo Xiristiyanan zehf girîng e. Li vê derê esil 2 dêr hebûn. Yek bi temamî xirab bûye. Restorekirina vê dêrê wê bi kêrî turîzmê bê. Ez bawer im gelek turîst wê bên herêmê û vê derê wê ziyaret bikin."