Sidar Can Eren
29 Gulan 2022•Rojanekirin: 30 Gulan 2022
Fazil Sayê piyanîst û bestekar li Ovacika navçeya Tunceliyê ji bo ku balê bikşîne li ser parastina tebîetê û hişmendiyekî derxîne holê konser da, konserê biqasî saet û nîvê dewam kir.
Konsera ku ji hêla Şaredariya Ovacikê va hat lidarxistin li dora gundê Çakmakliyê li kêleka Çemê Munzurê hat dayîn.
Fazil Say berî konserê axivî û di axaftina xwe da got ji ber ku li bajêr e û di nav muzikhezan da ye serbilind e.
Say spasiya guhdarvanên xwe kir û got ku "Em ji bo ku naçîzane piştgiriyê bidin ku Çemê Munzurê paqij, zelal û azad biherike û diyar bikin ku bi we ra da nav piştevaniyê da ne ê hên tenê nînin li vê derê ne."

Say diyar kir ku cara ewil e tê Tunceliyê û wiha axivî: "Min ji vê herêmê gelek mirov nas kirin û min her dem mirovên rewşenbîr nas kirine. Ez her dem serbilind bûme ku Dersimî gelekî pirtûkan dixwînin û mirovên rewşenbîr in."
Say piştî axaftinê derket ser dikê û bi solîst Serenad Bagcan ra awaz û stranên Nazim Hîkmet, Omer Heyam, Metîn Altiok, Cemal Sureya, Can Yucel, Turgut Uyar, Azîz Nesîn, Pîr Sultan Ebdal, Yunus Emreî Muhyîddîn Ebdal û stranên herêmî gotin.
Biqasî 10 hezar kes beşdarî konserê bûn û konserê biqasî saet û nîvê dewam kir.
polat Şarogluyê Parlementerê CHPyê yê Tunceliyê, Alîcan Onluyê Parlementerê HDPyê yê Tunceliyê, Fatîh Mehmet Maçogluyê Şaredarê Tunceliyê û Mustafa Sarigulê Şaredarê Ovacikê jî guh konser temaşe kirin.