Halil İbrahim Sincar, Beşir Şavur
17 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2026
"Festîvala Riya Çandê ya Mêrdînê" ku 23yemîn rawestgeha Festîvalên Riya Çandê yên Tirkiyeyê ye û ji aliyê Wezareta Çand û Turîzmê va tê lidarxistin, dest pê kir.
Cîgirê Wezîrê Çand û Turîzmê Gokhan Yazgi di merasima ku li Muzexaneya Bajêr ya Sakip Sabanci ya Mêrdînê, li navçeya navendî Artukluyê hat lidarxistin da diyar kir ku ew ji ber hatina xwe ya li bajarê kevnar yê Mêrdînê kêfxweş e.
Yazgi di axaftina xwe da got, "Li vî bajarê ku rawestgeha 23yemîn ya festîvala me ye, em ê di nava 9 rojan da li 9 cihên cuda, mazûvaniya 172 çalakiyan bikin. Bi bernameyeke ku ji konser û pêşangehan bigire heta lîstikên şanoyê, axaftin, atolye û çalakiyên ji bo zarokan, em armanc dikin ku coşa hunerê bînin Mêrdînê."