Fîlma "Kevirê Evînê" zimanê hin sahneyên wê kurdî ye û bi piştgiriya Serokwezîrtiyê li Diyarbekirê hat kişandin. Galaya fîlmê li Îstanbulê hat kirin.
Gala li Sînemaya Ferîyeyê hat lidarxistin. Derhênerê fîlmê Ahmet Hoşsoyler, çêker Sevînç Gul Akdere, senarîst Gokhan Alan, lîstikvanên sereke Gokhan Mumcu, Zelal Dere, Mehmet Ulay, Kadîr Kirici, Suat Ergîn, Çetîn Oncu û xebatkarên tîma fîlmê beşdarî galayê bûn.
Derhênerê Ahmet Hoşsoyler daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku wî di fîlma xwe de qala mirovên li rêzê yên li Diyabekirê kiriye û behsa hêvî, evîn, pêwendiyên wan kiriye.
Lîstikvana sereke Zelal Dereyê jî daxuyand ku li gor wê fîlm ji bo demokrasiya Tirkiyeyê gavek e û wiha got: "Serokwezîriyê piştgirî da vê fîlmê. Li gor min ji bo qedera demokrasiya Tirkiyeyê jî piştgiriyeke mezin e."
Lîstikvanê sereke yê din Gokhan Mumcu jî got fîlmeke pir bi kêf e û keda xebatkarên fîlmê gelek e. Mumcu diyar kir ku di dema kişandina fîlmê de ew fêrî hin peyvên kurdî bûye.
Çêker Sevînç Gul jî diyar kir ku ji gelek lehengên sereke yên fîlmê ji Diyarbekirê ne û wiha axivî: "Dema ku min xwest ez vê fîlmê bikşînim navê 'Kevirê Evînê' bandor li ser min kir. Jixwe çîrokeke wê ya razdar jî heye. Li gor min bikaranîna her du zimanan ji bo demokrasiyê jî gavek e. Divê me ji hev netirsin. Cudahiyên xwe wek dewlemendî bibînin."