17 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2017
SAN BARTOLOME DE PÎNARES
Li San Bartolome de Pînaresa bajaroka Avîlaya bajarê Îspanyayê nêzî 300 salan e bawerî û kevneşopek heye. Li gor baweriyê hesp ji bo ku ji xerabiyan bifilitin û gunehên wan daweşin, li ser agirên gur ra didin banzdan.
Li gor baweriya ola mexîniyan, ev çalakî li ser bîranîna Ezîz Antonê ku li gor baweriyê heywanan diparêze û yekî ezîz e, tê kirin. Çalakî weke her sal îsal jî li San Bartolome de Pînaresa ku nifûsa wê 581 e, hat kirin û rastî eleqeyê hat.
Ev çalakiya ku jê ra dibêjin "Las Lumînarîas" (Qendîl) li bajarokê ji sedsala 18emîn heta niha tê kirin. Çalakiyê êvarê bi lêdana zengilê va dest pê kir. Bingeha çalakiyê ji kevneşopiyên olî û çandî tê. Di çalakiyê da keşîşê dêrê pêşiyê hespan teqdîs dike û paşê xwediyê hespan li nav bajarokê tûran didin xwe.
Li du kuçeyên girîng agir hat dadan û hespan li ser agir ra banz da. Çalakiyê nêzî du saetan dewam kir. Ji bo agir anîn çiqlê darên çamê yên terr danîn û agir berdanê. Hesp di nav av agir û ser agir ra derbas kirin. Dema ku hesp di nav dû û alavan ra derbas bûn, dîmenên xweşik derketin holê.
- "Em zirarê nadin hespan"
Niştecihê bajarok Herman Martin Navas (56) ku ji zarokatiya xwe vir va beşdarî Las Luminariasê dibe, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku ew gelekî girîngiyê didin vê çalakiyê.
Navas diyar kir ku ev salek e ew li benda vê rojê ne û wiha xeberda, "Ji gundên dewrûberê jî hevalên me yên cotkar tên. Ji bo ku ajalên me, hespên me salekê bên parastin, em merasimeke ruhanî dikin. Em mirovên bawermend in û em wisa bawer in ku Ezîz Anton ajalên me diparêze."
Navas bal kişand ku komeleyên mafên heywanan ji ber îdiaya "eziyetê li hespan dikin", wan rexne dikin û dixwazin tradîsyona Las Luminariasê ku bi awayekî teqez bingeha wê nayê zanîn û tê texmînkirin ku di sedsala 18emîn da derketiye holê bê qedexekirin.
Herwiha Navas destnîşan kir ku heya niha di tu Las Luminariasê da bûyereke nexweş neqewimiye û wiha got, "Em zirarê nadin tu ajalî. Piştî çalakiyê her kes, hemû beytar dikarin hespên me kontrol bikin."