VAN
SITKI YILDIZ - OZKAN BÎLGÎN
Li navçeya Çataxa Wanê hilberînerên hingivan ji bo ku hingivên organîk yên ku di nav zinaran de berhev bikin mirina xwe didin li ber çavê xwe.
Hingiv, guz û masiyê ala yê navçeya Çataxê pir navdar e. Lê mêş ji bilî kewaran, di nav zinaran de jî "hingivê zinaran" yên organîk dikin û welatî jî van berhev dikin. Niha ev hingiv jî pir navdar e.
Welatî dibêjin ev hingiv ji bo pençeşêr û nexweşiyên din şifa ye, loma çiya bi çiya digerin û hingiv kom dikin. Nûçegihanên AAyê jî bi welatiyan re derket çiya û şahidiya wan xebatan kir. Welatî piştî 4 saetan gihiştin zinarên ku di tê de hingiv heye. Welatiyan li ber devê zinaran agir vêxist û du derxistin ku mêş li wan nexin. Pişt re bi çakuçan zinar qul kirin û piştî xebateke 2 saetan kewar derxistin.
Abdulvahap Semo û Adem Bolcar nûçegihanê AAyê re gotin ku mêş li cihekî xwezayî de hingiv çêdikin û ev hingiv ji bo gelek nexweşiyan şifa ye. Abdulvehap Semo wiha axivî: "Ez 15 sal in hilberîna hingivê dikim. Hûn nikarin li tu cihekî hingivekî wiha bibînin. Lewra ev hingiv li cihekî xwezayî çêdibe û hemû nexweşiyan re şifa ye. Em nafroşin. Bi tenê ji bo ji nexweşan re bibe şifa em diçin û tînin."
Hîndekarê Beşa Zeoteknîk a Fakûlteya Zîraetê yê Zanîngeha YYÛyê Alk. Doç. Dr. Cengîz Erkan jî diyar kir ku hin mêş ji kewaran derdikevin diçin li zinar, dar û şikefta hêlînê çêdikin. Ev hingivê li wir ji ber ku destê mirovan lê nakeve pir biqelite ye û organîk e.