Li perava Laraya Antalyayê peykerên ji qûmê yên hunermendên ku mohra xwe li sînemaya Tirkiyê xistine û xwediyê xelata Porteqala Zêrîn in, hatin pêşandin. Ev proje bi hevkariya 50yemîn Mîhrîcana Fîlmên Porteqala Zêrîn a Navneteweyî û Miîhrîcana Peykerên Qûmê ya Antalyayê ve hat lidarxistin.
Li gor daxuyaniya Serokê Lijneya Weqfa Huner û Çanda Antalyayê Huseyîn Şanli li peravê niha peykerên hunermendên wek Kemal Sûnal, Adîle Naşît, Munîr Ozkûl û Ayhan Işîk tên pêşandin.
Şanli diyar kir ku di merheleya ewil a pêşandinê de dê peykerên 10 hunermendan cih bigire. Şanli bilêv kir ku ji bilî van dê peykerên hunermendên wek Yilmaz Guney, Turkan Şoray, Fatma Gîrîk, Hulya Koçyîgît û Eşref Kolçak jî bên çêkirin.
Tê plankirin ku peykerên hunermendan yên ji qûmê hatine çêkirin di fanosa şûşe de bên parastin û 12 mehan ji bo ziyaretê vekirî bihêlin.