Özkan Bilgin
16 Mijdar 2025•Rojanekirin: 20 Mijdar 2025
Li Baxçesaraya navçeya Wanê jinên ku li taxên gundewar dijîn, bi dezgehên tevnçêkirinê yên ku li malên xwe danîne va çanda sedsalan didomînin.
Li taxa Altindereyê ya ku 15 kîlomêtro dûrî navçeyê ye, hunera tevnçêkirinê ya ku yek ji mîrateyên çandî yên herî girîng ên herêmê ye, bi sedsalan e bi destên jinan derbasî nifşên nû dibe.
Li vê herêma ku zivistan lê dijwar derbas dibe, jin bi motîfên kevneşopî goreyên rîs çêdikin û di heman demê da li ser tevnên darîn ên ku li malên xwe danîne va vê hunera ku hindik maye ji holê rabe zindî dihêlin.
Jinên ku her roj li malên cûda dicivin, pêşî hirîya pez bi teşiyê dirêsin û dikin rîs.
Paşê bi vê rîsê ku bi boyaxên pel û pincaran va boyax kirine va di dezgehên tevnçêkirinê da merş, xalîçe û sicadeyan çêdikin.
Ev xalîçe û tiştên din ên ku jin hest û fikrên xwe bi motîfan va lê dineqişînin, bi sedsalan in malan dixemilînin û tên bikaranîn.
Jinên ku havînê ji bo şîr bidoşin diçin zozanan heqîb û xurcên ku datînin li ser heywanan jî çêdikin.
- "Em naxwazin ev çanda me ji holê rabe"
Gulperî Elbîra 50 salî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku ew havînê karê baxçeyê û heywanan dikin û zivistanê jî tevnê çêdikin.
Elbîrê wiha got: "Tevnçêkirin mîrateke çandî ye ku ji dê û dapîrên me ji me ra maye. Em naxwazin ev çanda me ji holê rabe. Hewesa ciwanan zêde ji van karan ra tune. Wek jinên taxê em li hev dicivin sohbetê dikin, xurc, xalîçe, sicade, gore, patîk û tiştên bi vî rengî çêdikin. Armanca me ew e ku em vê çandê bigîhînin nifşên tên."
Elmas Elbîrê jî anî ziman ku ew payîzê dest bi tevnê dikin û heta dawiya zivistanê didomînin û wiha dewam kir: "Em dezgehên xwe bi xwe ji dar û beran çêdikin. Jin li hev dicivin û tevnê çêdikin. Wekî ciwan, em jî li wir dimînin û hewl didin ku fêrî hin tiştan bibin."
Hacer Bozê jî wiha got, "Tevnçêkirin berhema kedeke sedsalan e. Jin bi rojan dixebitin da ku berhemekê çêbikin. Ev berhemên ku bi roniya çavan û keda destan a dayik û dapîrên me têne çêkirin, ji bo me pir biqîmet in. Carinan ev tişt di cihêzan da tên bikaranîn."