Hilal Uştuk
25 Tebax 2021•Rojanekirin: 26 Tebax 2021
Jiyana Neşet Ertaşê stranbêj wê bibe fîlm û derhêner Omer Faruk Sorakê derhêneriya fîlmên "Vizontele", "Gora" û "Eşq Tesadufan Hez Dike" kiriye wê derhineriya vê fîlmê bike.
Prof. Erol Parlakê dostê herî nêzîk ê Neşet Ertaş pirtûkeke bi navê "Bilbilê Xerîb, Neşet Ertaş" ya ji du cildan pêk tê amade kiribû ku fîlm wê li gor vê pirtûkê bê çêkirin.
Di pirtûkê da hevpeyvînên bi Neşet Ertaş ra hatine kirin û kevneşopî û çanda Evdaltiyê cih digirin ku ew ê di fîlmê da bên nîşandan.
Senaryoya fîlmê ji hêla Fulya Ozcan û Mert Dîkmen va hat nivîsîn.
Muzîkên fîlmê jî ji hêla Yildiray Gurgen va wê bên çêkirin.
Di fîlmê da du hozanên kevneşopiya evdalan nîşan didin wê bibin Neşet Ertaş.
Lîstikvan Bektaş Dolu wê ciwaniya Neşet Ertaş bilîze û Ramazan Baggul jî wê heyama wî ya Almanyayê ya ku heta Tirkiyeyê bilîze.