Damlanur Teyhun
11 Îlon 2023•Rojanekirin: 13 Îlon 2023
Bi projeya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê dimeşîne va li gundan çalakiya "Dîwana Dengbêjan" tê kirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin hat dayîn, Serokatiya Daîreya Karên Çand û Civakî bi projeya ku dimeşîne va "Dîwana Dengbêjan" a ewil li gundê Kirikkaşikê (Baheşme) yê navçeya Hezro danî.
Welatî ji bo vê bernameya çand û hunerê kêfxweş bûn.
Şaredariya Bajarê Mezin di çarçoveya bernameya kifşkirî da wê çalakiyê li gundên din jî bike.