Mesut Varol,Emre Ilıkan
10 Îlon 2023•Rojanekirin: 16 Îlon 2023
Bi destûra Wezareta Çand û Turîzmê salê carekê dêra li Girava Axdamarê ya li nava Gola Wanê ji bo îbadetê vedibe. Di dêrê da ayîna 11emîn hat kirin.
Kesên ku ji bo ayînê hatin bajêr, li Îskeleya Gevaşê bi kelekan derbasî giravê bûn.
Patrîkê Ermeniyên Tirkiyeyê Sahak Maşalyan, Alîkarê wî Peder Şîrvan Murzyan û Rahîb Hovagim Seropyan bi papaz û keşîşan ra hatin giravê û qasekê bi ziyaretvanan ra sohbet kirin.
Piştî kutakirina amadehiyan Seropyan ayîn da destpêkirin.
Maşalyan serokatiya ayînê kir û gelek kesan ayîn temaşe kir.
Kesên ku beşdarî ayînê bûn, fin pêxistin, dia kirin û îlahî gotin.