Xebatên arkeolojiyê li çar cihên Gazîenteba ku ji niştecihên herî kevn yê Dinyayê ye didome. Di encama xebatan de wê dîroka bajêr derkeve holê.
Xebatên arkeolojiyê di bin serokatiya Dr. Nicolo Marchettiyê Îtalyayî li Qarqamîşê, di bin serokatiya Dr. Engelbert Winterê Almanî li Dulukê, di bin serokatiya Prof. Dr. David Scholenê Amerîkayî û ekîbê wî li Tûmika Zîncîrliyê, di bin serokatiya Hindekarê Zanîngeha Ankarayê Prof. Dr. Kûtalmiş Gorkayê jî li Zeûgmayê dewam dikin.
-"Dîroka herêmê derdikeve holê"
Mudurê Çand û Turîzmê ya Bajêr Ergun Ozûslû daxûyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Gazîenteb ji aliyê arkeolojiyê ve herêmeke dewlemend e.
Ozûslû wiha dewam kir: "Ji bo ku cihên dîrokî ji Turîzmê re vekin, di serî de amadekirina derdorê, gelek xebat tên kirin. Xebata me ya arkeopark ya li Qarqamişê wê îsal bê kirin. Li Dulukê li qada mabedê jî xebatên kolanê didome. Xebatên arkeolojiyê ku bi serkeftî didome, ji bo dîroka herêmê derkeve holê gelek girîng e."
- Hêjmara Turîstan zêde dibe
Ozûslû ragihand ku hêjmara turîstên xwecih û biyanî ku tên herêmê her ku diçe zêde dibe.
Ozûslû ragihand ku par 442 hezar û 558 kes herêm ziyaret kirin û wiha axivî: "Muzeya Mozaîk a Gazîentebê jî 206 hezar û 256 kesî ziyaret kir. Hêjmara kesên muzeyê ziyaret kirin li gorî sala çûyî 30 hezar kes zêde bû. Em hêvî dikin ku ev hêjmar bigihêje 250 hezarî. Armanca me ew e ku herî zêde însan dewlemendiya bajarê me bibîne."