İbrahim Toprak
24 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2026
Li Heskîfa dîrokî ji bo akademisyen û xwendekarên zanîngehê çalakiya kano û Stand Up Paddle (SUP) hat lidaxistin.
Fakulteya Zanistên Werzişê ya Zanîngeha Batmanê ji bo balkişandina ser potansiyela dîrokî û geştiyariyê ya navçeyê çalakiyek li dar xist.
Akademîsyen û xwendekarên ku cara yekem kano û SUP bikar anîn, di çalakiya ku li Geliyê Dîcleyê ya navçeya dîrokî ya Heskîfaê hate lidarxistin da kêfa xwe anîn.
Rektorê Zanîngeha Batmanê Prof. Dr. Îdrîs Demîr ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew ji bo balkişandina ser tevna dîrokî û potansiyela geştiyariyê ya navçeyê li hev civiyan.