VAN
Kelha Xoşabê di sedsala 16emîn de li ser bermayiyên kelha Urartuyan hat avakirin û demeke dirêj wek qesra begên Mehmûdî hat bikaranîn. Xebatên li Kelha Xoşabê ku 6 sal berê ji hêla ZYYê ve hatibûn destpêkirin, îsal jî dewam dikin.
Xebatên bi serokatiya Hîndekarê Beşa Dîroka Hûnerê ya Fakûlteya Edebiyatê ya ZYYê Ark. Doç. Dr. Mehmet Top de tên kirin ev 6 sal in didomin, di xebatan de gelek berhem derxistin holê û gelek avahiyên di kelhê de jî hatin nûkirin.
Di xebatên kolanê ya îsal de tesîsata avê ya di sala 1650yî sazkirî hat dîtin.
Rektorê ZYYê Peyamî Battal û Qaymeqamê Gurpinarê Metîn Yilmaz xebatên kolanê qontrol kirin û di serî de jî cihên ku di xebatan de derketin holê geriyan.
Rektor Battal ji serokê xebatên kolanê Ark. Doç. Dr. Mehmet Top agahî sitandin û di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan de diyar kir ku Wan ji hêla dîrokê ve bajarekî dewlemend e û got ku Kelha Xoşabê jî di nav van berhemên dîrokî de cî digire.
Battal diyar kir ku xebatên kolanê di demek kurt de berheman derdixîne holê û got ku "Me îro dît ku berhemeke me derket holê û dê hê jî derkevin. Dê der barê kelhê de çend projeyên din jî bên pêşkêşkirin. Gava ew proje hatin tetbîqkirin dê hin mekanên di kelhê de bi temamî bên parastin û dê mirov bikarin li wir bijîn. Bi vî awayî dê tûrîst bêtir bên vir."
Qaymeqam Metîn Yilmaz jî da zanîn ku yekem car e ku kelheyê ji nêz ve dibîne û got ku ez hêvîdar im ku bi xebatên dahatûyê ev der bibe wek navenda cazîbeyê. Hewcehiya herêma me jî bi vê yekê heye, ez wisa bawer im ku bi van avahiyan dê herêma me jî bibe xwedî îmajeke baş.
Serokê kolanan Mehmet Top jî got ku di xebatên kolanê de 3 hemamên cuda peyda kirin û da zanîn ku di xebatan de pergala kûnk ya ku ji bo belavkirina ava paqij û ya qirêj tê bikaranîn hat dîtin.
Mehmet Top destnîşan kir ku hewcehiya avê ya hemaman ji robarê li rex kelheyê bi çerxan dihat temînkirin. Top got ku ji bilî vê jî ji cihên bilind ava paqij anîne kelhê û bikaranîna vê avê jî bi pergala kûnk û qenalîzasyonê hatiye kirin. Me îsal nîşaneyên der barê vê de dîtin, ev sîstem ji salên 1650yî heya niha tê bikaranîn.