İbrahim Atmaca
03 Gulan 2017•Rojanekirin: 04 Gulan 2017
MERSÎN
Li navçeya Sîlîfkeyê komkirina tiriyan dest pê kir û kîloya wan li ser dezgehan bi 20 lireyî tê firotin.
Serokê Komeleya Hala Atayurtê Alî Turer daxuyanî da rojnamegeran û got ku li navçeya Sîlîfkeyê piştî berhevkirina çîlek, alûce, petîx û zerdeleyan, komkirina tiriyan jî dest pê kir.
Turer diyar kir, tiriyan bi bihayê xwe va kêfa hilberîneran xweş kir û got ku kîloya tiriyan bi 20 lireyî tê kirîn.
Turer diyar kir, tirî ji bo aboriya herêmê jî girîng e û got ku li navçeyê ji nêzî 20 hezar donim erazî salê 20 hezar ton tirî tê komkirin.