Cihat Şayık
22 Mijdar 2025•Rojanekirin: 23 Mijdar 2025
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê fuara pirtûkan hat vekirin.
Fuara ku ji hêla Qaymeqamtiya Nisêbînê va li Navenda Çandê ya Mîtanniyê hat organîzekirin ziyaretvanên xwe ezimandin.
QaymeqamEvren Çakir got ku fuar dê piştgiriyê bide navçeyê.
Çakir got ku "Dewlemendiya vê civakê di mirovên difikirin, dixwînin û hilberînê dikin da veşartî ye. Ez di wê baweriyê da me ku fuara me ya ku dê heta 30yê sermawezê berdewam bike dê piştgiriyeke girîng bide jiyana çandî ya navçeya me."