Li Wanê "7emîn Sempozyûma Kurdiyatê ya Navneteweyî" destpê kir
- Gulşen Orhana Serşêwirmenda Serokomar: Ez gelek spasdar im ji we hemûyan ra û ez spasdariya xwe ya herî mezin ji Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan ra dikim. Wî rêya me vekir ku me dest pêkir û vê çanda muezzem vê çanda hezar sal e me anî vê rojê
7emîn Sempozyûma Kurdiyatê ya Navnetweyî" ku ji aliyê Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê va tê lidarxistin, destpê kir.
Ji bo sempozyûma ku li Navenda Çandê ya Prof. Dr. Cengiz Andiç a Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê bi mijara "Melayê Bateyî û Mîrata wî" birêva diçe, di serî da ji 20 zanîngehên Tirkiyeyê ji welatên weke Hollanda, Yûnanistan, Îran û Iraqê nêzîka 48 akademisyen beşdar bûne.
Wêne : Emre Ilıkan/AA
Rektorê Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Hamdullah Şevliyê ku di vekirina sempozyûmê da axivî, anî ziman ku nîqaşkirina kesayetî û berhemên wan, ên ku bi aliyên xwe yên civakî, dîrokî, siyasî, hunerî, çandî û edebî va derdikevin pêş, gelekî giring e.
Şevlî diyar kir ku her netewe û çandek xwediyê berhemên girng in ku ji aliyê dîn, wêje û zanistê va bingehîn têne hesibandin û wiha got, "Deqên Mewlûdan ên ku li ser esasê hezjêkirina Pêxemberê me hatine danîn, di nava berhemên dînî û wêjeyî yên herî giring ên vê erdnîgariyê da ne. Ez gelek kêfxweş im ku li ser navê zanîngeha me, berhem, cîhana rewşenbîrî û mîrata Melayê Bateyî yê ku yek ji mînakên giring ên vê kevneşopiyê bi zimanê Kurdî pêşkêş kir, wekî sermayeyeke hêja bihesibînim û binirxînim."
Wêne : Emre Ilıkan/AA
Serşêwirmenda Serokomar Gulşen Orhanê jî destnîşan kir ku ramaner, helbestvan û hozanên ku ji vê axê derketine û di dîroka mirovahiyê da şopa xwe hiştine, bi berhemên ku bi dû xwe da hiştine va bandoreke mayinde li ser civakê kirine û wiha axivî:
"Gelî mêvanên biqîmet, ez we hemûyan pîroz dikim, ez li ser navê xwe spasdar im ji we hemûyan ra, ev çendî çend sal e nêzikî 15 salan jî derbas dibe, ev mêvanên biqîmet, ev alim û şair û mamosteyên biqîmet li ser çanda Kurdî gelek xizmetên gelek karên muezzem kirin. Gelekî bûn mêvanên me, ewilîn car li Miksê bûn mêvanên me, paşê li Wanê bûn mêvanên me paşê li Cizîrê bûn mêvanên me, li Diyarbekirê, li Hekariyê bûn mêvanên me û we hemûyan, me hemûyan çanda Kurdî rakir û anî heta van rojan. Ez gelek spasdar im ji we hemûyan ra û ez spasdariya xwe ya herî mezin ji Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan ra dikim. Wî rêya me vekir, va sedsal bû di tariyê da bû çanda Kurdî lewra wî rêya me vekir lewra ku me dest pê kir û vê çanda muezzem vê çanda hezar sal e me anî vê rojê. Lewra îro em van sempozyûman dikin, lewra em behsa Melayê Bateyî dikin, em sempozyûma Feqiyê Teyran dikin ya Melayê Cizîrî dikin, ya Ehmedê Xanî dikin lewra em îro koleksiyona Aleksander Jaba ya 200 sal e tariyê da ye em tînin û çap dikin. Elhamdulîlah Xwedê Teala ev roj nîşanî me dan. Ez gelek spasdar im di van karan da we hemûyan alîkariya me kir û anî îro, ji we hemûyan ra ez spasdar im. Înşeallah ev kar dê bi alîkariya hê pêşvetir biçe. Hûn hemû lê bûn xwedan, Danîşgeha Yuzuncu Yilê, Danîşgeha Şirnexê, Danîşgeha Diyarbekirê, danişgehên dîtir jî we hemûyan Danîşgeha Artukluyê hûn hemû lê bûn xwedan, ez spasdar im ji wan hemûyan ra jî. Mala we hemûyan ava, Xwedê Teala van karan pêş va bibe înşeallah."
Orhanê anî ziman ku ji bo ji Melayê Bateyî yê ku bi Mewlidnameya xwe bandoreke mezin li ser cîhana dilan û îrfanê hiştiye, bêtir fêm bikin, li hev civiyane û got, "Ev helbestvanê me yê ku li gorî beşeke lêkoleran di sedsala 15emîn da û li gorî hinekan jî di sedsala 18emîn da jiyaye, di heman demê da layiqî wî tiştî ye ku di warê zanistên Îslamî da weke zanayekî giring bê bi bîranîn. Ew mîrata ku wî bi dû xwe da hişt, îro hê jî, li vê axê, li malan, li mizgeftan, li medrese û dergahan zindî ye. Berhema wî ya nemir a bi navê 'Mewlida Kurmancî" weke yekemîn mewlidnameya bi zimanê Kurdî tê qebûlkirin."
Wêne : Emre Ilıkan/AA
Rêveberê Enstîtuya Zimanên Zindî Prof. Dr. Abdulhadî Timurtaş jî diyar kir ku dema li mîrata edebî ya Kurdî ya klasîk û hevdem tê temaşekirin, eşkere dibe ku hemî rêbazên edebiyatê hatine bikaranîn.
Di sempozyûma ku bi rûniştinên piştî xwendina Mewlida Kurdî dewam kir da, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin a Wanê Ulaş Akhan, Rêvebera ÎŞKURê ya Parêzgehê Selma Biçek, akademisyen, lêkoler û gelek kesên din amade bûn.