Li Zaxoya navçeya Duhokê ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) 4emîn Festîvala Şel û Şepikê ya ji bo nimayişa cil û bergên Kurdî, berdewam e.
Di yekem roja Festîvala Şel û Şepik a ku bi mebesta nasandina cil û bergên çanda Kurdî bi amadebûna Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî û beşdarbûna gelek kesên naskirî ji nûser, lêkoler, helbestvan, dîzaynerên cil û bergên Kurdî, birêva diçe.
Di çarçoveya festîvalê da ku biryar e 2 rojan berdewam be, cil û berg û poşakên çandî yên taybet bi herêm û navçeyên Kurdî, hatin nimayişkirin.
Herwiha di maweya festîvalê da li tenişt nimayişên çandî û hunerî yên cur bi cur, ewê panêl û pêşkêşî bên lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Geştiyariyê ya Zaxoyê, armanca lidarxistina vê festîvalê parastin û vejandina mîrateya çandî û nîşandana bedewî û reseniya cilên kevin ên Kurdî ye, ku wekî beşek giring a nasnameya neteweyî û dîrokî tê dîtin.