Nihat Kavşut
19 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2018
IGDIR
Li Îdirê werzişvanên tebîetê yên dildar hatin bal hev û li qada "Baxên Îremê" ya ku li bintara Çiayayê Agiriyê parkura werzişên tebîetê ava kirin.
Werzişvanên dildar yên li bajêr werzişên bisqilêtsiwarî, hespsiwarî, çiyagerî û meşa li tebîetê dikin bi organîzekirina Kilûba Werzişên Tebîetê û Çiyageriyê ya Çiyayê Agiriyê ya Îskender Îdirê li qada "Baxên Îremê" ku li bintara Çiayayê Agiriyê ye parkura werzişên tebîetê ava kirin.
Qada ku navê "Parka Werzişên Tebîetê" lê hat kirin di nav 5 mehan da hat amadekirin û tê da rêya bisqilêta çiya û bisqilêta gerê, rêya hespsiwariyê û meşê û ciyên kampê hene.
Qada ku li gor taybetiyên tebîetê hat avakirin li bajêr bala werzişvanan dikşîne.
Coşkun Oluzê werzişvan destnîşan kir bi vê xebatê eleqeyeke mezin ji bona parkuran heye û wiha dewam kir: "Parkur li Baxên Îremê ye. Şikeftên ji berê mane jî di nav da cî digirin. Piştî hin xebatên din em dixwazin ji bona tûrîzmê bi kêr bê û Baxên Îremê bên nasîn."