28 Nîsan 2016•Rojanekirin: 03 Gulan 2016
KAHRAMANMARAŞ
Du hosteyên mermerê yên ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê, li Kahramanmaraşê mermerên Mizgefta Ebdulhemîdxan dinexşînin.
Mihemed Sadiqê ji Îdlibê û Mihemed Kemal Emînê ji Helebê ku li welatê xwe bi karê mermerê ra mijûl dibûn, ji ber şerê navxweyî, 3 sal berê hatin Tirkiyeyê.
Hosteyan got ku li welatê wan 5 sal berê şerê navxweyî dest pê kir, xanî û karxaneyê wan xirab bûn û ew hatin li Kahramanmaraşa Tirkiyeyê bicihwar bûn. Sûriyeyiyên ku heta sala par jî li hala sebzeyê hemalî dikir, piştî ku Serokê Weqfa Mizgefta Ebdulhemîdxan Omer Farûq nas kir, bi navbeynkariya wî vegeriyan ser karê xwe yê ku ji bav û kalan hîn bibûn.
Hîndekarê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Sutçu Îmam a Kahramanmaşê, xetnivîs Arif Yucelê ku bi karê xetnivîsiyê yê Mizgefta Ebdulhemîdxan va mijûl dibe got ku Sadiq û Emînê ji Sûriyeyê 3 nifş in ku karê mermerê dikin. Hosteyên sûriyeyî bi alîkariya esnafê Sîteya Mermervanan Mevlut Goz vegeriyan ser karê xwe.
-"Esedê zalim di ser me da bombe barandin"
Mihemed Kemal Emînê ku ji Helebê hat got, em li Sûriyeyê beriya şer rihet dixebitîn, lê bi bombeyên Esed him xanî him jî karxaneyên me wêran bûn, di şûna wan da molozê keviran ma.
Emîn got ku fabrîkaya wî ya mermerê li Sûriyeyê hebû, 20 xebatkar li ber destê wî dixebitîn û wiha xeberda: "Fabrîkaya me hebû. Karê me xweş bû. Piştra Esedê zalim bombe di ser me da barandin. Em jî hatin Kahramanmaraşê bal birayên xwe. Em li vir jî karê mermerê dikin. Spasiya yên ku alîkarî dan me dikim. Arif xoce çi karî bi de berme em wî dikin. Şikir ji halê me ra, lê em ji ber şerê li welatê me diqewime xemgîn in. Xwedê mezin e."
Xetnivîs Arif Yucel jî got ku li Tirkiyeyê gelek hosteyên biqîmet ên ji Sûriyeyê revîn hene.