16 Mijdar 2016•Rojanekirin: 18 Mijdar 2016
IGDIR
Qizilqeleya dîrokî ya li Tûzlûcaya navçeya Îdirê bi dîroka qedîm û siruşta xwe balê dikşîne wê bê restorekirin û ji turîzmê re vebe.
Qizilqele li serê Qizildaxê ser sînorê Tirkiye-Ermenistanê yê ku bilindiya wê 2 hezar raqim e, dişibe hêlîna teyran. Qizilqeleya ku 2 hezar û 600 sal berê hatiye avakirin ne tenê bi dîroka xwe bi siruşta xwe ya xweş jî balê dikşîne.
Kelha ku li serê çiyê hatiye avakirin di serdema Urartuyan de wekî baregeha eskeriyê hatiye bikaranîn. Dîroknas û tebîethezên ku derdikevin serê çiyê ne tenê kelehê, Deşta Erez, Çemê Erez, Ermenistan, Çiyayê Agiriyê û Çiyayê Tekaltê bi hev du re dibînin.
Kelhe bala eleqedarên dîrok û siruştê dikişîne, li ciyekî bilind e û bi vê taybetiya xwe şahidiya şaristaniyên cuda û dîrokê dike.
Gelek ciyager ji bo ziyareta kelhê tên herêmê, bi ciyê ra hilpask dibin, derdikevin meşa çiyê.
Ji ber van taybetiyan Midûriyeta Çand û Tûrîzmê ya Bajêr dixwaze ku ji bo tûrîzmê vê derê binirxîne, piştî xebatên restorasyonê ji tûrîzmê ra veke.
Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Îdirê Osman Engîndenîz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Qizilqele berhemeke dîrokî ya ku di nav çanda herêmê da ye.
Engîndenîz got ji ber ku kelhe li ciyekî sitratejîk e ji gelek şaristaniyan ra malxweyîtî kiriye û wiha axivî: "Kelhe li bakurê rojhilatê Îdirê, nêzîkî sînorên Qers, Îdir û Ermenistanê ye û li ciyekî bilind e. Em texmîn dikin ku kelhe di dema Urartuyan da hatibe çêkirin û ji bo kevneşopiya sedsalên navîn mînakek e."
Engîndenîz got ku xebatan dest pê kiriye û wiha axivî: "Qizilqele li Îdirê ji wan kelehên herî girîng yek e, li cihekî wisa ye ku kontrola Rêya Hevrişimê li wir tê kirin. Demek berê me ji Lijneya Parastinê re nivîsand ku keleh bê parastin û me tescîl kir. Ji vir şûnda bi projeyeke baş ve emê kelehê ji bo gel vekin."
- Ji kelehê rêyên bazirganiyê dihatin kontrolkirin
Arkeolog Metîn Gumuştekîn jî destnîşan kir ku ji ber xebatan hin şopên heyama Urartuyan hatine dîtin.
Gumuştekîn got ku dîroka Qizilqeleyê digihêje sedsala 6 û 7an a beriya zayînê û wiha axivî:
"Ev der wek keleheke leşkerî hatiye çêkirin. Çimkî ev herêm di navbera newala Erez û Ava Reş da dimîne û erdekî stratejîk e. Ev der ji bo qontrolkirina cihên bazirganiyê cihekî gelekî girîng e û cihekî dîrokî ye. Ev der di sedsala 8emîn da paytexta Qraliyeta Tîgranê bû. Berê navê vê derê bi meneya kîlîdê "kohp" bû. Ev jî nîşan dide ku ev herêm, herêmeke gelekî stratejîk û girîng bû."
Nûnerê Zîrveya Çiyageriyê yê Idîrê Serkan Gultekîn jî behsa girîngiya kelhê ya ji bo turîzmê kir û wiha axivî:
"Kelhe nêzî 2 hezar mêtroyî bilind e. Ev der hem ji bo meşa siruştî hem jî ji bo spora trekkîngê cihekî gelekî baş e. Ji çemê Erez kesek dikare saetekê bimeşe û bigihêhe serê kelhê. Menzereyeke gelekî xweş li jor heye û li hêviya turîstan e."