ÎSTANBUL
Aydin di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku di danasîna rojên Sîîrtê de, dê çand, xwarin û dîroka " Bajarê sê zimanî" Sîîrtê, bi Îstanbuliyan bidin naskirin.
Çalakî dê bi beşdariya gelek akademîsyen, hûnermend, karsaz û welatiyan dest pê bike. Aydin ragihand ku di çalakiyan de "ji bo dîroka Sîîrtê" bidin nasandin û rapêşiya govendê jî dê pêşkeş bikin û diyar kir armanca wan ew e ku potansiyela çand û tûrîzma Sîîrtê bidin nasandin.
Aydin diyar kir ku der barê çand, hûner, bawerî, veberhênan û mijarên curbicur de dê çalakiyan li dar bixin û wiha axivî: "Bi kurtasî emê Sîîrtê bînin Îstanbûlê. Emê di bin çarçoveya danasîna rojên Tîlloyê jî, Îstanbûlê bibin Sîîrtê. 'Koma Hûnerên Rapêşiyê ya Sîîrtê' yê ev salek e bi navê 'Efsaneya Botan' xebatên xwe didomîne, hat avakirin. Sîîrt bi sedan sal ji hêla zanist û çandê ve wekî navend bû, em niha dixwazin ku Sîîrt bi hûnera xwe jî bê naskirin. Koma ku me ava kir, çanda bajara me dê rapêşiyên ku ji govendên kevneşopî û nûjen de pêşkeş bikin. Koma me dê di qada hûnerê de jî danasîna Sîîrtê bike.
Di maweya çalakiyan de dê hûnermendên Sîîrtî stranên herêmî bêjin, helbestvan û nivîskarên Sîîrtî jî li standên ku ji bo wan hatine veqetandin de, dê pirtûkên xwe îmze bikin û danasîna xwarinên wek biryan, fistiq, betanî û hingivê Sîîrtê bê nasandin.