Hüseyin Yıldız
01 Sibat 2025•Rojanekirin: 12 Sibat 2025
Li Îdirê Şikeftên Xwê yên ku sala 2022an li navçeya Tuzlucayê hatin vekirin, bi nîvendî rojane mazûvaniya 1000 kesî dikin.
Li Çiyayê Xwê ya li navçeya Tuzlucayê, galeriyên ku di encama kolandinan da hatine vedan, ji aliyê Walîtiya Îdirê va qonax bi qonax bo Navenda Terapiya Bixwê hat veguhastin.

Navenda terapiyê ya ku bi metreyan di binê erdê da ye, dîwar, ban û binê wê bi tevahî ji xwê pêk tê.
Navend piştî peyzaj û ronîkirinê ket hizmetê û dest bi mazûvaniya gelek geştiyaran kir.

Şikeftên ku roj bi roj bi navbangtir bûn êdî bi nîvendî rojane mazûvaniya 1000 kesî dikin.
Rêveberê Navenda Terapiya Bi Xwê Tugrul Aras ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku tevî tetîla dibistanan geştiyar ji wê derê kêm nebûne û bal kişand ser hejmara geştiyaran û wiha pê da çû:
"Bi nîvendî rojane 1000 kes serdana vê derê dike. Ji dema ku ev der vebûye nêzîkî 350 hezar geştiyar hatine vê derê."
