Melik Fırat Yücel
08 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2021
Li salonên sînemayê yên li Tirkiyeyê vê hefteyê 5 fîlm wê têkevin vîzyonê.
Di fîlma "Black Widow"da Scarlett Johanssona lîstikvana Amerîkayî dileyîze û cureya wê zanist-honak, macera û aksiyon e.
Derhêneriya fîlmê Cate Shortland dike û tê da Florence Pugh, David Harbour, O-T Fagbenle û Ray Winstone dileyîze.
Di vê fîlmê da Scarlett Johansson vedigere rola Natasha Romanoffê û di fîlmê da qala çîroka Black Widow tê kirin ku li hemberî tehdîdeke mezin bi malbata xwe ra tevkariyê dike.
- "Seansa Tirsê 3: Şeytanê Kujer"
Derhêneriya vê fîlmê Michael Chaves dike û tê da Vera Farmiga, Patrick Wilson, Julian Hilliard, Charlene Amoia û Sterling Jerins dileyîze û cureya wê rageşî ye.
- "Xwişka Lenetî"
Derhêneriya fîlmê Sam Barrett dike û cureya wê tirs û rageşî ye. Li ser çîroka keçikeke ku wêneyên cînayetan çêdike, disekine.
Amanda Woodhams, Liam Graham û Nicola Bartlet tê da dileyîze.
- "Supernova"
Harry Macqueen derhêneriya fîlmê dike û kesên wekî Colin Firth, Stanley Tucci, Pippa Haywood û Nina Marlin tê da dileyîze. Di fîlmê da zilamek nexweş dikeve û hevalê wî bi karavanê va wî li hemû Îngiltereyê digerîne.
- "Welatê Xeyalî"
Cureya wê anîmasyon e, derhêneriya wê Evan Tramel dike û qala çîroka Barney, Scout û Axleya dike ku ber bi welatê xeyalî va rêwîtiyê dikin.