Haydar Şahin
03 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2019
ÎSTANBUL
Vê hefteyê 2yê wan xwemalî 8 fîlm ew ê têkevin vizyona sînemeyên Tirkiyeyê.
Derhêneriya fîlma "3 Jiyan"ê Jafar Penahî dike û di fîlmê da qala jiyana 3 merivên cuda yên tên ba hev dikin.
Fîlma li Îranê hatiye kişandin di Cannesa Festivala Fîlman a 2018an da "Xelata Senaryoya Herî Rind" qezenc kiribû.
- "Remiyê Zarokê Bêkes"
Antonîne Blossier senaryoya fîlmê ji romana Hector Malot a bi heman navî hildaye, di fîlmê da qala serpêhatiyên Remiyê di dergûşiya xwe da hatiye terikandin dikin.
Di fîlma "Remiyê Zarokê Bêkes" da Daniel Auteuil, Maleaume Paquin, Virginie Ledoyen, Ludivine Sagnier û Nicholas Rowe dilîzin.
- "Keç"
Derhêneriya fîlma "Keç"ê Lukas Dhont dike, fîlm di promiyera dinyayê ya Cannesê da hatibû nîşandan û wekî mayîn fîlmê xelata "Fîlma Ewil a Herî Baş" jî tev 4 xelat hildabûn.
Di fîlmê da qal serpêhatiyên Laraya 15 salî dikin.
Di fîlma "Keç"ê da Victor Polste, Arieh Worthalter, Valentijn Dhaenens, Katelijne Damen, Nele Hardiman dilîzin.
- "Bira Qurbana Ezepiyê Be"
Derhêneriya fîlma "Bira Qurbana Ezepiyê Be" Cem Surucu dike.
Di fîlmê da Alî Burak Ceylan, Melîs Tuzunguç, Yagmur Un, Ayşe Tunaboylu, Mahmut Gozgoz, Nurselî Îdîz, Eda Erol, Namî Alî Esatgîl, Eren Pekgoz, Asli Bankoglu, Volkan Cal û Kayhan Yildizoglu dilîzin.
- "Ciyê Şewatê"
Paul Dano û Zoe Kazan çîroka fîlma "Ciyê Şewatê" ji romana Rîchard Ford a bi heman navî haildane û di fîlmê da Jake Gyllenhaal, Carey Mulligan û Ed Oxenbould dilîzin.
- "Eraf 2- Dergûşa Cin Tê Dinyayê"
Derhêneriya fîlma "Eraf 2- Dergûşa Cin Tê Dinyayê" Biray Dalkiran dike.
Di fîlmê da qala çîroka Ehmet û Kubraya jin û mêrên hev dikin.
- "Maşa û Hirça Mezin: Maceraya Teze"
Di anîmasyona "Maşa û Hirça Mezin: Maceraya Teze" da qala Maşa ya zaroka qîzîn û Mîşkaya hirça ji sîrkê teqawid bûye dikin.
- "Hirça Super"
Derhêneriya fîlma "Hirça Super" Wang Qî dike. Di fîlmê da qala Zacka kudika hirçê ya ku bazirganên heywanan dîl girtine û Dashê bavê hirçê yê dixwaze kudika xwe xilas bike, dikin.