Önder Beyter
18 Îlon 2018•Rojanekirin: 21 Îlon 2018
NEW YORK
Di merasima belavkirina Xelatên Emmy ku wekî "Oscarên Televîzyonê" tê pênasekirin da rêzefîlma "The Marvelous Mrs Maisel" ku di 5 waran da xelat wergirt derket pêş.
Xelatên Emmy ên 70yemîn di merasima li Şanoya Microsoftê ya li Los Angelesê hatin belavkirin.
Merasima ku cotê komedyen Colin Jost û Michael Che bêjeriya wê kirin, li ser şaşeya têlevîzyona NBC bi awayekî zindî hat weşandin.
- Ji bo "The Marvelous Mrs Maisel" di 5 waran da xelat
Rêzefîlma "The Marvelous Mrs Maisel" di 5 warên cuda da xelat bi dest xist û bal kişand ser xwe.
Xelata "Rêzefîlma Herî Baş a Komediyê" dan rêzefîlmê. Herwiha xelatên "Derhênerê Herî Baş ê Komediyê" û "Senarîstê Herî Baş ê Komediyê" dan derhênerê wê Amy Sherman-Palladino, xelata "Lîstikvana Herî Baş" di warê komediyê da dan Rachel Brosnahanê û xelata "Lîstikvana Alîkar a Herî Baş" jî di heman warî da dan Alex Borsteinê.
Herwiha rêzefîlma "The Assassination of Gianni Versace: American Crime Story" jî di merasimê da di 3 waran da xelat wergirt û xwe kir çavan.
Rêzefîlma ku xelata "Rêzefîlma Kurt a Herî Baş" wergirt, ji Daren Cariss ra jî di warê rîzefîlma kurt da xelata "Lîstikvanê Herî Baş" û ji derhênerê xwe Ryan Murphy ra jî "Derhênerê Herî Baş" da qezenckirin.
"Game of Thrones" ku berhema HBO ya xwedî îdia ye jî xelata "Rêzefîlma Herî Baş a Dramayê" werigirt, lîstikvanê wê Peter Dinklage jî di warê dramayê da xelata "Lîstikvanê Alîkar ê Herî Baş" wergirt.
Di warê komediyê da xelata "Lîstikvanê Herî Baş" ji ber rola wî ya di rêzefîlma "Barry" da dan Bill Header, di heman warî da xelata "Lîstikvanê Alîkar ê Herî Baş" jî dan Henry Winkler ku di heman fîlmê da leyîst.
Di warê dramayê da xelata "Lîstikvanê Herî Baş" dan Matthew Rhys ê ji rêzefîlma "The Americans", di heman warî da xelata "Lîstikvana Herî Baş" jî dan Claire Foy a ji rêzefîlma "The Cown".
Di warê rêzefîlma kurt da jî xelata "Lîstikvana Herî Baş" dan Regina King a ji rêzefîlma "Seven Seconds".