Ahmet Aydın
10 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2018
ANKARA
Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun got, "Bersiva reddê ya Wezîrê Karê Derve yê Erebistana Siûdî Adil Cubeyr ya ji bo daxwaza me ya îdaekirina qatilên Cemal Kaşikçî bo Tirkiyeyê, em xeyalşikandî kirin."
Altun di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya ji bo Reutersê de destnîşan kir ku Wezîrê Karê Derve yê Erebistana Siûdî Adil Cubeyr bi bersiva reddê ya ji bo daxwaza îdaekirina qatilên Cemal Kaşikçî bo Tirkiyeyê, ew xeyalşikandî kiriye.
Altun bi bîr xist ku Qaşikçiyê merhûm li Stenbolê bi hovane hat kuştin û cesedê wî li wê derê hatiye perçekirin û got, "Rayedarên îstixbaretê yên Siûdî ku di nava wan de pisporekî otopsiyê jî hebû, bi armanca encamdana vê cinayetê hatine Tirkiyeyê. Tê fêhmê ku serqonsolê Erebistana Siûdî yê li Stenbolê jî şirîkê vê tawanê ye. Di van şertûmercan de darazîna van kujeran ji aliyê dadgehên Tirkiyeyê ve gelekî asayî ye."
Fahrettin Altun wiha pê de çû:
"Daxwaza îadeyê ya Tirkiyeyê ji bo meqamên Siûdî firsendek bû ku ji hemî cîhanê re nîşan bidin 'em ji bo ronîkirina kuştina Kaşikçî amade ne'. Lêbelê redda kujeran dê yên ku wan bi sernuxumandina cinayetê sucdar dikin mafdar derxîne."