Haydar Şahin
03 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2019
ANKARA
Li Erebistana Siûdî di çarçoveya doza kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê li Serkonsolosxaneya Erebistana Siûdî ya Stenbolê hatibû qetilkirin da dest bi darizandina 11 şikbarên ku ji bo 5 hebên wan cezayê dardakirinê tê xwestin kirin.
Li gor daxuyaniya serdozgeriya Erebistana Siûdî ya ku li ser SPAya ajansa fermî ya Erebistana Siûdî hat weşandin, 11 şikbarên di doza kuştina Kaşikçi da tên darizandin û parêzerên wan îro li Riyadê cara ewil derketin ber dadger.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku bersûcan îdianame guhdarî kirin, paşê ji heyeta mihkemeyê îdianame xwestin û ji bo ku xwe biparêzin jî ji dadgehê dem xwestin.
Dîsa di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku mihkemeyê ji bo domandina lêpirsînê tarîxa rûniştinê avêt rojeke din.
Di daxuyaniya serdozgeriyê da xencî cezayê dardakirinê yê ku ji bo 5 bersûcan tê xwestin, dibêjin ku bira ji bo 11 bersûcî jî "lazimiya qanûnên şerîetê werin bi cîanîn".
Wekî mayîn di daxuyaniyê da hat gotin ku serdozgeriyê 2 caran ji serdozgeriya Tirkiyeyê ra daxwazname şandiye ku bira "hemû delîlên di destê Tirkiyeyê da ji dozgeriyê ra bişîne."
Serdozgeriya Erebistana Siûdî di 15ê mijdarê da ji bo kuştina Kaçikçi daxuyanî dabû û di daxuyaniyê da ji 21 şikbaran sûc avêtibû ser 11 şikbarî û bi daxwaza dardakirinê ev kesan sewqî dadgehê kiribûn.