Elif Orhan
14 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2017
WASHINGTON
Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî der barê gotinên Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî General Herbert Raymond McMaster ên der barê Tirkiyeyê de nirxandina "Amerîka ji bo ku îstiqrar bîne herêmê û her cure terorê têk bibe girêdayî armanca hevkariya stratejîk a bi Tirkiyeyê re ye." kir.
Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî pirsa nivîskî ya nûçegihanê AAyê ya der barê gotinên General McMaster ên duh de bersivand.
Berdevk di daxuyaniya xwe de ev gotin: "Amerîka ji bo ku îstiqrar bîne herêmê û her cure terorê têk bibe girêdayî armanca hevkariya stratejîk a bi Tirkiyeyê re ye. Em hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo zêdekirina ewlehiya sînoran, rawestandina ji axên xwe derbasbûna keştiyên biyanî û ji bo ku ji cihên girîng ên Sûriyeyê DEAŞê paqij bike li sehayê şerkirin teqdîr dikin. Ji bo her kesê li herêmê ji bo ku balê bikşînin ser fînansmana terorîzmê û îdeolojiyên ku piştgirî didin radîkalîzmê hêj gelek tişt hene ku bên kirin. Amerîka dê di vê mijarê de ji bo ku hevkariya bi Tirkiyeyê kûr bike dê raçaviya firsendan bike."
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî McMasterê ku duh di paneleke li Washîngtonê de axivîbû parastibû ku "Tirkiye Tirkiye yek ji wan welatan e ku piştgirî dide îdeolojiyên îslamî yên radîkal". Wezareta Karên Derve jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de gotibû ku "Îdiayên ku tu têkiliya wan bi rastiyê re tune yên McMasterê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê di meqameke wisa de ye ku divê herî baş bizane ka welatê me bi her aliyê terorîzm û radîkalîzê re çawa şer dike û têkoşîn dide de ye mirov mat dihêle û îdiayên wisa ne ku nayên qebûlkirin."